Li Kobanê şanoya “Zîlan” hate pêşandan

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şanoya “Zîlan” hate pêşandan.

Koma Şehîd Çiya şano nivisiye û piştî xebatên du mehan, şano li dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate pêşandan.

Beriya şano were pêşandan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Şehîd Zîlan dema ku gelê Kurd dihat qirkirin, canê xwe feda kir.

Şehîd Zîlan dîrok guhert û bi saya wê, jinan cihê xwe di tevahiya qadên jiyanê de girt.”

Der barê şanoyê de derhênerê wê Ehmed Mûşîd axivî û got: “Em armanc dikin ku şanoyê pêş bixin, bi rêya wê dîroka herêmê û bûyerên lê qewimîne, destanên şehîdan bidin nasîn.

Têkildarî xebatên di pêşerojê de, Muşîd da zanîn ku ew amadekariyan dikin ku tevlî mîhrîcana şanoyê ya li Şehbayê bibin ku dê di Mijdara bê de li dar keve.

Back to top button