Li Girê Spî xwepêşandan li dijî nêzîkatiyên Şam û Enqereyê tê lidarxistin

Li Girê Spî, kesên bi destê dewleta Tirk lê hatine bicihkirin, dê xwepêşandeke mezin li dar bixin û dijîtiya xwe li hemberî siyaseta dewleta Tirk nîşan bibin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku wê îro xwepêşandek li Girê Spî were lidarxistin.

Li gor heman çavkaniyê, dê niştecihên ku bi destê dewleta Tirk a dagirker tên birêvebirin, vê xwepêşandanê bi rêxistin bikin û li dijî nêzîkatiya Enqere û Şamê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Berî niha jî, li hemberî heman dosyayê, xelkên li deverên dagirkirî, hevdîtinên herdu aliyan wekî bazrekê li dijî xwe bi nav kir.

Heta niha, du civîn di navbera Hikûmeta Şamê, dewleta Tirk, Rûsya û vê dawiyê Îranê, li ser asta weîzên parastinê û cîgirên wezîrên karên derve li Moskoyê hatine lidarxistin.

Back to top button