Forûma Kurdî-Erebî..Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirî dîdargehek li dar xist

Bi armanca xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban, her wiha da ku Kurd Ereb ên xwedan têkiliyên dîrokî ji nû ve têkiliyên xwe pev re zindî bikin; Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirî komxebatek bi rêya online li dar xist. Tê de, Bedran Çiyakurd û gelek kesayetiyên din, banga zindîkirina têkiliyên Kurd Ereban kir.

Di dîrokê de, têkiliyên Kurd û Ereban gelekî kevinar in, lê belê ji ber hin polîtîkayên jevdûkirinê, weku yên Tirkiyeya dagirker bi cih dike, hiştiye ew têkilî lewazbin.

Di vê derbarê de û bi armanca zindîkirina Têkiliyên Kurd-Erebî, Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirî bi navnîşana “Di Çarçoveya Geşedanên Rojane û Zehmetiyan de Girîngiya Têkiliyên Kurd û Ereban”, komxebatek li dar xist.

Gelek rewşenbîr û akademîsyen û şîrovekarên siyasî, di nav de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, rêveberê Sernivîseriya Rojnameya Ehramê ya Misirî Fethî Mehmûd û nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Recayî Fayid li komxebatê amade bûn.

Di komxebatê de, gelek mijarên weke têkiliya Kurd û Ereban û pêşeroja peywendiyên her duyan hatin gengeşekirin.

Bedran Çiyakurd: Divê têkiliyên me di her demê de zindî bin

Bedran Çiyakurd anî ziman ku têkiliyên Kurd û Ereban piştî avakirina dewletên neteweyî, êdî têkiliyên Kurd û Ereban li gor siyaseta “parçe bike, tu yê bi ser bikeve”, ribirûyî rewşeke neyînî hatin û got:

“Da ku rê li ber vê yekê were girtin, divê têkiliyên Kurdî-Erebî yên xwedan kokên dîrokî, di her pêvajoyê de werin zindîkirin.”

“Pêwîstiya me bi xurtkirina têkiliyên Kurî-Erebî heye”

Rêveberê Sernivîseriya Rojnameya Ehramê Fethî Mehmûd jî anî ziman…

“Li herêmê em weke Kurd û Ereb digel metirsiya 3 projeyan rû bi rû ne. Proje Tirkî, ya Îranî û projeya Îsraîlî. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi xurtkirina têkiliyan heye”.

Ji aliyê xwe ve, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirî Recayî Fayid diyar kir ku Kurd li pêşber zêdegeviyan her xwedan rolên dîrokî ne, nemaze QSD’ê ya ku DAIŞ têk bir, lewre divê digel Kurdan têkilî werin qayimkirin.

“Hêviya me ew e kongreyeke Kurdî-Erebî were lidarxistin”

Di çarçoveyê de, lêkolîner û Sekretêrê Giştî Yê Komelya Erebî Ya Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Teysîr El-Alosî axivî…

“Hêviya me ew e ku kongreyeke Kurdî Erebî were lidarxistin. Divê gelê Ereb jî fişarê li rêjîmên Ereban, Îranê û ya Tirkiyeyê bike û pêşî li ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên berfirehbûna li Rojhilata Navîn bigire”.

Back to top button