Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir.
CÎK di peyama xwe de wiha got: Cejna Qurbanê tê wateya xelasiya mirovan ji qurbanî bûnê û hevkariya mirovan ya bihevre.
Bi taybet dewleta Tirk û Îran her roj bi dehan zarokên me dikin qurbanê desthilatên xwe.
Gelê Kurd ji ber ku li maf û azadiya xwe digere, rastî zîndan, lêdan, çekên kîmyewî û hovîtiyê tê.
Gelê Kurd ê serhildêr, di têkoşîna xwe de dixwaze xwe ji destên van sîstemên zalim azad bike.
Ev têkoşîn li gorî Ola Îslamê ferze. Piştî ku ev ferziyet were bicîh anîn, azadî û aramiya me pêk bê, em dikarin bêjin emê cejna heqîqî pîroz bikin.
Lewre rakirina zilmê li ser miletê Kurd, wê bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya di nava miletên Rojhilata Navîn de.