Ferhad Derwêş: Bi yekîtiya Kurdî em dikarin dagirkeran rawestînin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwêş diyar kir ku ew bi yekîtiya netewî ya Kurd dikarin êrîşên dagirkeran rawestînin.

Ferhad Derwêş anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan hewl dide gelê Kurd ji cih û warên xwe derxîne, çeteyên xwe bi cîh bike û bi vê yekê guhertina demografîk pêk bîne.

Ferhad Derwêş diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike û ne tenê Rojava, heta Başûrê Kurdistanê, Şengalê û Mûsilê dagir bike.

Derwêş anî ziman ku li dijî planên ku Erdogan yên li dijî herêmê divê gelê Kurd bibe yek da ku van êrîşan rawestîne û got,

“Çi xeterî hebe bila hebe divê em tim piştevanê hev bin û yekîtiya xwe xurt bikin.”

Derwêş anî ziman ku ew nikarin tifaqê di navbeyna xwe de çêbikin diyar kir ku ji kîjan parçeyî dibe bila bibe ew hazir in ku tevlê hemû bername û bangên ji bo yekîtiya netewî ya Kurd bibin.

Leave a Reply

Back to top button