Îran-Di 6 mehên destpêka salê de 20 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku li girtîgehên Îranê di 6 mehan de 20 girtiyan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê derbarê vê mijarê de raporek da.

Rêxistinê eşkere kir ku li girtîgehên Îranê di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 20 girtiyî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Raporê, 4 girtî ji ber îşkenceyê, 7 ji ber ku neşandin nexweşxaneyê, 3 girtî ji ber jehrîbûnê

û 4 girtiyan jî dema bi gardiyanan re şer dikirin jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku di nava 3 mehên dawî de li bajarên Bokan, Zahedan û Gachsaranê 3 girtî bi îşkenceyê hatine kuştin.

Kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane 13 jê kurd, 4 jê belûc in.

Di dawiya raporê de hate destnîşan kirin ku Komara Îslamî ya Îranê nahêle saziyên mafên mirovan ên navneteweyî biçin serdanên girtîgehan.

Back to top button