Hate diyarkirin piştî ku welatiyek tê dersînorkirin ji aliyê çeteyan ve tê revandin.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku Tirkiyê welatî Ismaîl Elî dersînorî dergeha Bab El-Selama ya li Ezazê kirin.
Piştî dersînorkirinê, Ismaîl hate revandin.
Ismaîl Elî ji xelkê gundê Mêrgan a Mebatayê ye.
Heya niha sedema revadina Elî nayê zanîn û aqûbeta wî jî ne-diyar e.



