HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk li Garê û Amediyê bi zanebûn bombe li gel barandiye.
Şerê li herêmên Parastina yên Medya û Başûrê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirk berxwedaniya û çalakiyên gerîlayan dewam dike.
Derbarê vê yekê de Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
6’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê aGirê Cûdî hêzên grîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyê de derb li 3 çeperan hate xistin.
Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gundên herêma Garê û Amediyê agahî dan.
HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk li herêmên navborî bi zanebûn bombe li gel barandiye û wiha got:
Dewleta Tirk di 6’ê Tebaxê de li gundê Bilindbasê yê nehiya Çemankê ya herêma Garê, bi balafirên şer bombe li wesayiteke xelkê sivîl ê herêmê barand.
Di encama vê bombebaranê de Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da, Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bû.
3 saet piştî vê bombebaranê dewleta Tirk vê carê jî top avêt gundê Guherzê yê Amediyê.
“Qadên berxwedanê 9 caran bi balafir û helkopteran hatin bombekirin”
Her wiha Derbarê êrişên li dijî herêmên parastina yên Medyayê jî HPG’ê eşkere kir ku qadên berxwedanê
3 caran bi balafirên şer û 6 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.