Serçeteyekî DAIŞ’ê li Stenbolê hat girtin

Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî li sînorê nêzî Tirkiyê, dewleta Tirk serçeteyên din li nava sînorên xwe diparêze. Serçeteyên ku ji daxwaza Erdogan derdikevin jî qaşo di çarçoveya oparasyonên taybet de dide girtin. MÎT a Tirk serçete Basim yê nêzî Bexdadî, li Stenbolê girt.

Serçete Basim di karê rêxistina leşkerî ya DAIŞ’ê de serkêşî dikir.

Basim yê ji welatekî biyanî ye, di oparasyonek MÎT a Tirk de li Stenbolê hate girtin.

Serçete Basim piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li ser desê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê diçe Tirkiyê.

Hat gotin, serçete dema ji Sûriye derbasî Tirkiyê dibû û heta hat girtin ji aliyê MÎT ê ve dihat şopandin.

Lê balkêşe tevî vê yekê heta 28’ê Nîsanê ji nûve li dijî serçete oparasyon hate despêkirin.

Serçete li malek ya li Ataşehîr hate binçavkirin.

Tê gotin serçete Basim ji 2014’an ve di gelek bûyerên li Iraq û Sûriyê de plan kiriye.

Her wiha çek û perwerde jî daye çeteyan.

Hat zanîn ku serçete Basim raste rast têkliya xwe bi Ebubekir El Bexdadî re jî hebû.

Back to top button