Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson tecrîd nirxand

Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson diyar kir ku Girava Îmraliyê laboratuvareke zext û tundiyê ye û divê tecrîd bi dawî bibe
Jonasson destnîşan kir ku Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê.

Ji Rêber Apo ku 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê dîlgirtin 2 sal zêdetire agahî nayê girtin.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê ku ji 3 welatên cuda pêk tê, li dijî tecrîdê hatibûn Tirkiyê.

Heyetê li dijî tecrîda li Îmraliyê bi saziyên sivîl û bi taybet Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re li ser rojeva tecrîdê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson ku di heyetê de cih girt, têkildarî tecrîdê axivî.

Ogmundur Jonasson: Îmralî weke laboratuvareke zextê ye

Ogmundur Jonasson diyar kir ku Girava Îmraliyê laboratuvareke zext û tundiyê ye û divê tecrîd bi dawî bibe

Jonasson girava Îmraliyê Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê û wiha got:

“Ji bo ku di vê mijarê de girîngiya Ocalan were fêmkirin, em dikarin derbasî pêvajoya ‘aştiyê’ bibin.

Di pêvajoya çareseriyê ya berê de dema ku derî ji bo demekê hatin vekirin, di çareserî û demokratîkbûna pirsgirêka kurd de Ocalan xwedî gotin bû.

Wî ew baş bikar anî.

Vê yekê hem hêvî da kurdan hem jî hêvî da gelên Tirkiyê.

Ogmundur Jonasson: Tecrîd belavî li ser girtigên din jî dibe

Di dewamê de Jonasson bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û got:

“Pergalên nû yên li Îmraliyê derketine holê, li girtîgehên Tirkiyê yên mayî jî belav dibin.

Em vê yekê çavdêr dikin, em ê bi Konseya Ewropayê re parve bikin.”

Ogmundur Jonasson: Divê ye ji hemû gelên cîhanê lêborînê bixwaze

Jonasson her wiha îşaret bi rola Ewropayê ya di komployê de jî kir û ev tişt anî ziman:

“Ewropa wek saziyeke navneteweyî, Ocalan û gelê kurd bê hêvî kirin.

Ewropa vê yekê dewam dike.

Divê Yekitiya Ewropayê (YE) ji hemû gelên cîhanê lêborînê bixwaze.

Divê ew wan bêhêvî neke, di nîvê rê de nehêle.”

Ogmundur Jonasson: Divê Abdullah Ocalan bigihîje mafên xwe

Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê diyar kir divê YE li dijî binpêkirinên mafa zextê li Tirkiyê bike û got:

“Divê Abdullah Ocalan jî bigihîje mafên xwe.”

Mûrat Karayilan: Bi binpêkirina pîvan û qanûnan ve bi israr vê tecrîdê didomînin

Back to top button