Di teqîna li depoya fîşekên hewayî de jimara miriyan gihişt 16’an

Li Ermenîstanê bîlançoya teqîna li depoyeke fîşekên hewayî giran dibe. Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 16’an û xebatên bû lêgerîna 18 kesên winda jî dewam dike.

Di teqîna ku 14’ê Tebaxê li Ermenîstanê pêk hat de bîlanço girantir dibe.

Di teqîna li depoyeke fîşekan a li Navenda Bazirganiyê ya Surmalu ya li paytext Erîvanê pêk hat de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di nav miriyan de jinek ducanî û zarokek jî hene.

Xebatên rizgarkirina 18 kesên winda yên ku tê texmînkirin di bin xirbeyan de ne dewam dikin.

Ji 60 birîndaran 12 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin, 48 kes jî derketine.

Li herêmê xebatên vemirandina şewatê li 4 noqteyên herêmê dewam dikin.

Wezîrê Rewşa Awarte Armen Pambukhçyan jî diyar kir ku sedema teqînê hîn zelal nebûye û got,

“Dema em li dîmenên teqînê dinêrin, diyar dibe ku em nikarin behsa çalakiyeke terorîstî bikin.

Ji ber ku pêşî agir pê dikeve, dûman bilind dibe û dû re teqîn çêdibe.”

Back to top button