Rûspyên Ereb: Dewletên metînger wê nikaribin me ji hev cuda bikin

Rûspiyên êlên ereb ên Minbicê diyar kirin ku dewletên mêtinger nikarin xelkê Sûriyeyê ji hev cuda bikin û em ê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bibin yek.

Rûspiyê êla Benî El Esîd a Minbicê Mihemed Sadiq El Esîdî dibêje :

“Me alîkarî herêmên wêranbûyî re şandin.

Me destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên mêtinger nikarin me ji hev cuda bikin.

Çiqas siyaset me ji hev cuda bike, lê welat me dike yek.

Malên me ji hemûyan re vekirî ne.”

Her wiha rûspiyê êla Benî Seîd El Şêx Fehid El Şilaş jî ji aliyê xwe ve wiha axivî:

“Em rûspiyên êlên ereb Minbicê heta Dêrazorê me alîkarî kom kir û şandin herêmên wêranbûyî

Em yek gel in. Tu cudahî di navbera me de tune ye.

Ev helwesta me jî, ne nû ye lê belê mîrasa bi hezaran salan e.

El Şilaş di dawiyê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê bike û hevgirtî be.

Back to top button