Li kampa Holê du endamên tîmên tenduristiyê bûn armanca êrişên DAIŞ’ê

Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, bûyerên kuştinê roj bi roj zêde dibin. Îro endamekî Tîma Xaça Sor ya Navneteweyî di encama êrişa şaneyên DAIŞ’ê de birîndar bû. Duh jî endamekî tîma Heyva Sor a Kurdî ji ber êrişa şaneyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rêveberiya Kampa Holê, di encama êrişa şaneyekê DAIŞ’ê yê razayî li ser bijîşkên ji tîma Xaça Sor a Navneteweyî de, kesek birîndar bû.

Hate zanîn bijîşkê ku rastî êrişê hatiye ji Etiyopyayê ye û navê wê Alacî ye.

Piştî êrişê, Xaça Sor ya Navneteweyî tîma xwe ji kampê vekişand û bire cihekî din.

Duh jî, endamê Heyva Sor a Kurd Besam Mihemed yê 29 salî dema li ser karê xwe bû rastî êrişa şaneyên DAIŞ’ê hat û di encama êrişê de jiyan xwe ji dest da.

Bavê Basim, Mihemed Ehmed Mihemed derbarê bûyera kuştina kurê xwe li kampê li ser destê çeteyên Daiş’ê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û çareseriyekê bibîne da ku xeteriya kampa Holê li ser herêmê rabe.

Back to top button