Li Hindistanê ji ber helîna qeşayê lêhî rabû û herî kêm 150 kes winda ne

Li Çiyayê Hîmalayan yê bakurê Hindistanê piştî parçeyek mezin yê qeşayê qut bû û ket nava bendavê lêhî çêbû. Ji sedan kesî agahî nayê girtin.

Berpirsê eyaleta Uttarakhand Om Parkash diyar kir ku heta niha ti agahiyên mirina kesê negihiştine ber destê wan lê derbarê jiyana 100 heta 150 kesî de fikarên wan heye.

Li bendava ku parçeya qeşayê lê ketî metirsî li ser jiyana xebatkarên bendav û gundên derdurê çêkir.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî di peyama li ser hesabê xwe yê civakî de got,

Tevahî welat ji bo Uttarakhandiyan dua dikin.

Modî anî ziman ku piştî bûyerê, hêzên hewayî yên welat berê xwe dane herêmê.

Di dimenek ku li ser tora civakî hatî parvekirin û hîna ne hatiye piştrastkirin ka yê bûyerê ye yan na, metirsiya heyî hîn zêdetir dike.

2013’an li herêmê careke din ji ber barana zêde û şemitîna axê 5 hezar kes miribûn.

Ev yek jî weke “Tsunamî Hîmalayan” hatibû binavkirin.

Back to top button