AKP’Ê GEFAN LI HUNERMENDAN JÎ DIXWE

Li Tirkiyê kî li dijî AKP’ê bisekine, ew mirovekî xirab e..Pirsgirêk di mejiyê wî de heye..
Ev ji helwest û siyaseta AKP’ê bi zelalî eşkere dike..
Herî dawî rayedarê AKP’ê gef li heunermendên ku piştgiriya CHP”ê di hilbijatina Stenbolê dikin, xwar..
AKP’ê got, eger hûn dewam bikin, wê welat li we qedexe bibe.

Piştî çalakvan, siyasetmedar û rojnamvenan, dor a hunermendan e..

Hunermendên Tirkî yên bi nav û deng, gef ji aliyê rayedarên AKP’ê xwarin..

Sedema wê jî, piştgiriya namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu di hilbijartina Stenbolê ya ku wê 23 Hizêranê were pêkanîn, de ye..

Hunermend Tarkan, lîstkikvanê pêkenokiyê Cem Yilmaz û ji bilî wan jî, li ser medyaya torên civakî bi dehan hunermendan bi gotina namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglo ya ‘Wê her tirk pir xweşik bibe’ piştevaniya xwe diyar kirin.

Ev gotin jî ya Îmamoglu ku weke Haştşag bi awayekî zêde tê belavkirin.

Lê belê piştî vê yekê rayedarên APK’ê ketin nav gefxwarinan..

Rayedaran gotin, wê qedexeyê li ser wan û hunerên wan ragihînin..

Serokê Şaredariya Noşhêr Resmî Arî li ser Twiterê got ev kesên ku niha piştgirya nameztên CHP’ê dikin, li xerabiyê digirin, wê ev kes heta bi progiramekî biçûk jî, dernekevin ser dikê..,

Di heman demê de, Cîgirê AKP’ê li Skariya Kenan Sofo-oglu li ser Facebook diyar kir ku, hûn nankoriyê dikin. Hûn bi xêra Erdogan gihiştin vê astê. Hûn dibêjin hema AKP’ê û Erdogan bikeve..

Mihemed Safî serokê daîreya Arşîva Serokatiya Tirkiyê jî bi armanca gefxwarinê navê hemû hunermendan nivîsnad û belav kir..

Her wiha nûnerên AKP’ê di YSK’ê Receb Ozal got, “mêranî û hunera we derew in.

Herî dawî serokê partiya nîjadperest a Tirkiye MHP’ê Devlet Bahçelî jî tevlî vê karwana gefxwarinê bû û ji bo leyîstikvan û derhêner Cem Yilmaz got,

Ji ber vê helwesta wî, êdî ewê ji Cem Yilmaz hes neke.

Ji aliyê xwe namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu têkildarî van gefan destnîşan kir ku, “nabe hunermend neaxivin.. na wê biaxivin..niha dema axaftinê ye..niha dema dengbilindkirinê ye..

Eger hunermend û rewşenbîrên Tirkiyê neaxivin wê kî biaxive..

Netirsin wê her tişt xweşk bibe.

Êdî ev gotina Imamoglu li her dera Tirkiyê belav bû.

Leave a Reply

Back to top button