Yewnanîstan.. Ji ber qezaya tirenê 32 kes mirin 85 jî birîndar bûn

Li Yewnanîstanê qezayek mîna kabosê pêk hat.
Tirena bar û ya rêwiyan li hev qilibîn.
Di encamê de, 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 jê giran 85 kes jî birîndar bûn.

Şevê din di saetên derengiyê de, trena rêwiyan û bar li hev qilibîn.

Di tirena rêwiyan de, 350 kes hebûn.

Tiren dema ji pyatext Atîna diçû Selanîkê li nêzî bajarê Larîsayê li hev qelibîn.

Hate dîtin ku di encama li hev qelibîn de agir bi hin beşên trenê ketine.

Di encama qezayê de, 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 25 jê giran 85 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê rêwiyên trênê bi otobusan birin Selanîk, Larîsa û Kateriniyê.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li cihê qezayê heta amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

Derbarê sedema qezayê de heta niha ti agahî nehatine dayîn.

Waliyê Herêma Thessalyayê Kostas Agorastos ji çapemeniya Yewnanîstanê re got;

4 beşên despêkê yên trena rêwiyan ji rê derketin û di 2 wesayîtên din de şewat pêk hat.

Di dîroka welat de karesata trênê ya herî giran

Walî got, “Herdu trên jî bi lez û bez di heman rêyê de diçûn.

Ajokarên trênê nizanibûn ku trên ji aliyê dijber ve tê.”

Di çapemenîya Yewnanîstanê de qeza wek “karesata trênê ya herî giran a dîroka welêt” hat ragihandin.

Di dawiyê de, di sala 1972 de, 19 kes di qezayek trênê de li nêzîkî Larissa mirin.

Reutersê bal kişande ser wê yekê ku pêdivî bi nûjenkirina sîstema kevnar a rêyên hesinî ya Yewnanistanê heye.

Li vî welatî gelek trên bi yek xetekê diçin û li gelek deveran jî sîstemên sînyala û kontrolkirina otomatîkî têne danîn.

Back to top button