Grava birçîbûnê ya li mexmûrê 29 roj li pey xwe hişt

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, 29 roj li pey xwe hişt. 

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 15’an ve hate dewrgirtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’an Sedîq Kara axivî û got:

“Em di destpêkê de CPT şermezar dikin û em bang dikin ku xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikeve.

Em wek gelê Mexmûrê, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin.

Bi hezaran kes ji aliyê dewetê ve dibin xerabeyan de hate hiştin.

Dewleta Tirk a hov tevî erdhejê jî, dest ji êrişên xwe berneda ye.

Rojane bi çekên qedexekirî êrişî gerîlayên me dike.

Em bang li raya giştî dikin, rastiya dewleta Tirk bibînin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Back to top button