Cemîl Bayik ji Enstîtuya Aştiyê ya Kurd re axivî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Enstîtuya Aştiyê ya Kurd re axivî..
Cemîl Bayik gefên dewleta Tirk a dagirker nirxand û got:
“Desthilatdariya faşîst a Kurd, ne tenê Kurdan, gefê li temamiya Rojhilata Navîn dixwe.”

Kurdish Peace Institute li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik Hevpeyvînek berfireh pêk anî ..

Cemîl Bayik destpêkê rewşa piştî erdhejê ya 6’ê Sibatê nirxand û got:

Li Tirkiyê desthilat zêde rizyaye û tevlî gendeliyê bûye

Di erdhejan de ku bi piranî li herêmên kurd pêk hatin bi awayekî fermî behsa 45 hezar jiyan destiyan dikin ..

Li di esas de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bi sed hezaran kesî ye.

Ev felaket berdêla wê siyaseta şer e ..

Li ser hilbijartinên Tirkiyê û opezîsyona AKP’ê jî Cemîl Bayik ev nirxandin kir ..

AKP’ê di rewşa heyî de winda kiriye.

Ti demê li Tirkiyê ew çend gendelî dizî û talana dîrokê çênebibû.

Gel jî êdî vê yekê dizane.Aboriya Tirkiyê li ber hilweşînê ye.

Eflasyon li asta herî bilind a çend salên dawiye.

Xizanî, bêkarî û bê aramiya siyasî jî êdî gihiştiya asteke bê tehemuliyê..

Ji ber vê yekê AKP’ê wê di hilbijartinan de têk biçe ..

“Pozîsyona HDP’ê wê encama hilbijartinan eşkere bike”

Li ser opzîsyona kurdan û HDP’ê di hilbijartinan de Bayik ev yek got:

Eniya ked û azadiyê a bi pêşengiya HDP’ê wê di hilbijartinan de diyarker be .

Hem eniya milet hem jî ya komarê vê yekê baş dizanin ..

Yek ji wan jî nikare bê desteka HDP’ê di hilbijartinan de biser bikeve ..

Pozîsyona HDP’ê wê encama hilbijartinên li Tirkiyê eşkere bike..

“Tevî perçebûnê jî di nava Kurdan de yekîtiya ruhî heye”

Têkildarî êrişeke muhtemel a dagirkerina Bakur û Rohilatê Sûrî jî Cemîl Bayik ev nirxandin kir:

Eger Tirkiyê êrişeke nû ya dagirekrinê pêk bîne ev yek wê bandorê ne tenê li kurdan û Rojava bike ..

Li gor Bayik êrişeke nû ya dagirkirinê wê ji bo kurdan dînamîkên nû yên siyasî û leşkerî biafirîne û vê yekê wiha tîne ziman:

Parçebûna kurdistanê ji aliyê çar dewletan ve nayê wê wateyê ku di nava kurdan de têkiliyên siyasî civakî û ruhî tinene..

Êrişeke dagirkeriyê wê kurdan zêdetir ber bi hev e bibe û ji aliyê siyasî û leşkerî ve yekîtiya wan pêk bîne ..

Divê dewleta Sûrî guhertineke demokratîk pêk bîne

Li ser pirsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li şer bê girtin, pêwîstî bi çareseriyeke çawa heye Bayik ev nirxandin kir ..

Li şûna ku mirov tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bifikire, ya rast ew e ku mirov di çareseriyê ji bo tevahiya Sûriyeyê bifikre.

Lê belê Sûriye di rewşeke wiha de ye ku gelekî destwerdan lê bûye, çareseriyek ji bo dema nêz hêsan xuya nake.

Ya ku divê bibe, Sûriyeyeke demokratîk û nû ye.

Ji bo vê jî divê dewleta Sûriyeyê teqez guhertineke demokratîk pêk bîne.

Back to top button