Wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiyê qada xwe ya hewayî li ber balafirên leşkerî û sivîl ên Rûsya ber bi Sûriyê ve girtin..
Mevlut Çavuşoglu di balafirekê de ku diçû Uruguay bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku destûra dabû Rûsyayê da ku balafirên wê hat û çûnê li asîmanê Tirkiyê bike piştî 3 mehan, destpêka vê mehê bi dawî bû.
Wezîrê karê deve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu got:
“Wî di Adara borî de dema serdana Rûsyayê kir ev mijar bi hempîşiyê xwe yê Rûsî Sêrgî Lavrov re nîqaş kir.
Lavrov jî soz da ku ew ê serokê Rûsyayê Vilademîr Pûtîn agahdar bike.”