Duyemîn konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Rojava, îro bi tevlîbûna 400 delegeyan li bajarokê Rimêlan hat li darxistin.
Di konferansê de bal hate kişandin li ser erka dayîk û hevjînên şehîdan ya di avakirina civakeke demokratîk de.
Hat gotin wê xewn û xeyalên şehîdan bi serxistina şoreşê were bi cih anîn.
Bi dirûşma “Têkoşîna jina azad, parastina nirxên şehîdan û misogeriya şoreşa Rojava ye” 2’emîn konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan a Rojava îro bi tevlîbûna 400 delegeyên ji nûnerên rêxistin û saziyên jinan ji herêmên Firat, Şehba û Cizîrê, hat lidarxistin.
Konferans li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi axaftinên mêvanan destpê kir.
“Divê em ji bo domandina berxwedanê û xurtkirina têkoşîna jinê amade bin”
Di konferansê de, Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger axivî û got lidarxistina konferansê girîng e ji ber jin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de pêşeng e û xizmeta civakê dike da ku civakeke demokratîk ava bike.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîda Botî jî got, divê em xewnên şehîdan û armancên wan bi serxistina şoreşê bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyan, pêk bînin.
Piştî axafinan, perspektîvên Rêber Ocalan derbarê şehîdan de hate xwendin û paşê sînevizyonek derbarê jiyan û rola şehîdan di şoreşa Rojava de hat pêşandan.
Kesên beşdarî konferasnê bûn girîngiya lidarxistan konferansê nirxandin.