Kampa Girê Spî, careke din dest bi pêşwazîkirina koçberan kir

Rêveberiya Kamp Girê Spî piştî 2 mehan, careke din dest bi pêşwazîkirina koçberên Girê Spî û gundewarên wê kir. 

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a ji bo pêşîgirtina li vîrûsa Coronayê, ji bilî rewşên girîng, kampê ti kes pêşwazî nedikir.

Lê rêveberiya kampê, îro dîsa dest bi pêşwazîkirina koçberên Girê Spî kir.

Herî dawî jî ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û bilindbûna buhayên kiriya malan, piraniya koçberan berê xwe da kampa Girê Spî.

Kamp, 22yê Mijdara derbasbûyî hate avakirin.

Tê anîn, piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, zêdetirî 300 hezar kes ji herdu deveran neçarî koçberiyê bûn..

Ji wan jî, nêzî 75 hezaran ji Girê Spî û gundewarên wê bûn.

Back to top button