Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk jî hîna çek û maşîneyên leşkerî ber bi Idlibê ve dişîne û duh tenê 25 maşîne derbasî Idlibê kirin. 

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk duh 25 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Maşîne ber bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê ve hatin şandin.

Bi vê yekê ji destpêka agirbestê ve, jimara maşîneyên ku dewletat Tirk şandine Idlibê, bû 3 hezar û 800.

Her wiha bi hezaran leşkerên xwe jî li wir bi cih kirine.

Back to top button