HPC-JIN li pêşiyan avahiya NY ya li Qamişlo êrişên dagirkeirya Tirk şermezar kir

Li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê, hêrsa gel jî her diçe zêde dibe. Îro jî li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan çalakî hatin kirin û peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Dewleta Tirk ya dagirker di van rojên dawî de êrişên xwe li ser herêmê zêdekirine û gelek welatî bûn armana êrişan

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrişan bihêrs e û nerazîbûna xwe nîşan dide.

Şêniyên Qamişlo bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakê – Jin (HPC-JIN) li pêşiyan avahiya NY ya li Qamişlo kom bûn û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî beramberî van êrişan şermezar kir.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişan daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê jî ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan.

Şênî li Kobanê li Qada Azadiyê kom bûn û ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, endama Kongra Star Macîde Hesûn axivî û got, gelê herêmê wê li dijî êrişan xwe birêxisitn bikin û li ber xwe bidin.

Li Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Şêniyên Tebqayê jî li dijî êrişan li navenda bajêr meşek li dar xist.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana gel û sekina wan li kêleke hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser bersiva herî bibandor a li dijî êrişan e.

Back to top button