
Li Minbicê panzêreke Rûsî û wesayîteke sivîlan li hev qelibîn, di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Minbicê panzêreke polîsên leşkerî yên Rûsyayê û wesayîteke sivîlan li hev qelibîn.
Di encamê de 3 jinên di wesayîta sivîlan de jiyana xwe ji dest dan û jinek din jî birîndar bûn.
Qurbaniyên qezayê li nexweşxaneyên bajêr hatin rakirin.
Hate zanîn ku qurbanî ji gundê Hedhûd ê Minbicê ne.