Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê: Êrîşên li ser Kurdan nayên qebûlkirin

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo Kurdên Sûriyê destnîşan kir.

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon destnîşan kir ku bi biryara vekişîna Emerîka ji Sûriyê, Tirkiye dest bi êrîşên li ser Kurdan kir.

Helder Solomon got ku ji 9’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 300 hezar kes ji cihên xwe koç bûn û 79 kes jî di encamê êrîşan de jiyana xwe ji dest daye.

Solomon diyar kir ku ji ber hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina diyarkirina siberoja xwe êrîş li ser tê kirin, ev tişt jî nayê qebûlkirin.

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon êrîşên domdar ên Tirkiyê li ser Kurdan şermezar kir û bang li cavaka navnetewî kir ku li pêşiya paqijiya etnîkî ya ku li herêmê pêk tê, bikeve nava tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button