Koalîsyona Navdewletî: QSD ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û hevkariya me pê re xurtir dibe

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê diyar kir ku hevkariya Kolîsyonê bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî DAIŞ’ê berdewam e û ji berê bihêztir e. Her wiha tekez kir ku QSD’ê ji pêkhateyeke tenê pêk nayê, lê belê ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê.

Berdevkê Koalîsyonê Myles B. Caggins di hevdîtineke li gel rojnameya The Jerusalem Post re got:

Hevkariya me bi QSD’ê re di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam e û roj bi roj ev têkoşîn xurtir dibe, nemaze li dijî şaneyên veşartî.

Caggins destnîşan kir ku destkeftiyên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dê werin parastin û bi vê yekê wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê bê girtin.

QSD JI HEMÛ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ PÊK TÊ

Her wiha Caggins di hevdîtina xwe de bal kişande ser sazûmaniya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û tekez kir ku QSD’ê ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê.

Li gel wê jî QSD xwedî saziyên birêxistinkirî ye, bi taybet di milê beşên sivîlî de, ji ber ku wekî Caggins dibêje ”Şênî di rêgirtina li ber zindîbûna DAIŞ’ê xwedî roleke girîn in”.

Leave a Reply

Back to top button