Li Japonya…partiya desthilatdar nahêle ku jin di civînan de biaxivin

Japonya ku yek ji welatên herî pêşketî yê cîhanê ye, bi hişmendiya xwe ya zayendî careke din bal kişand ser xwe.

Partiya deshilat ya welat, dibêje jin dikarin di civînan de amade bibin lê nabe nêrîna xwe bidin û bi axivin.

Belê ev biryara sosret li yek ji welatên qaşo xwe herî zêde azad û demokrat dibîne ketiye rojevê.

Demokrasî û wekhevî ne li gorî şeklê ku tê dîtine.

Rastiya heyî fikir û nêrîna li ser mijarê ye.

Welatên Asyayê ku di warê aborî de herî pêşketîne, di newekheviya zayendî a sala 2020’an ji 153 welatan de di rêza 121 de bû.

Her wiha li vî welatî mafê jinan di tevahî waran de tê bin pêkirin.

Ne tenê li vî welatî, li Japonyayê jî ev hişmendî tê meşandin.

Li vî bajarî Partiya deshilat ya welat, dibêje jin dikarin di civînan de amade bibin lê nabe nêrîna xwe bidin û bi axivin.

Bi vê piryarê careke din ketiye rojev welat.

Helwesta li ser bingeha zayendî ku bû sedema îstifaya serokê komîteya amadekar a Olîmpiyad a Tokyoyê, Mori Yoshiro ku digot:

Jin dicivînan de pir diaxivin, bertekên mezin bi xwe re derxit û bû mijara nîqaşê bi partiya Lîbrala Demokratîk li Japonyayê.

Rayedarên Partiya Lîberal ku beşdarî nexşeyek nû ya ku wan amade kirin bûn jî dibêjin:

Ew ê 5 parlementerên jin têxin nav civînên girîng ên partiyê, lê ev jin dê tenê “wekî temaşevan” beşdarî bibin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Lîbrala Demokratîk Nikai Toshhiro jî 13’ê mehê di civîneke rojnamevanî de got:

Endamên mêr desteya rêveber ya partiyê xistine bin kontrola xwe, em vê yekê qebûl nakin.

Mafê jinên ku beşdarî civînên partiyê û civînên din heye ku nerînên xwe bidin hem jî biryaran bistînin.

Back to top button