Endama Desteya Mafên Mirovan a Parlemana Iraqê Yusra Receb bertek nîşanî girtina çalakvan, rojnamevan û cezakirina wan a bi tawanê sîxurtiyê da. Yusra diyar kir ku bi vê kirinê eşkere dibe ku li Başûrê Kurdistanê azadiya fikr û ramanê di rewşek pir metirsîdar de ye.
Endama Desteya Mafên Mirov a Parlementa Iraqê Yusra Receb derbarê azadiya raman û rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê ji Ajansa ANF’ê re axivî.
Yusra Receb diyar kir ku cezakirina çalakvan û rojnamevanan a bi tawanên sîxurtiyê, rewşeke metirsîdar li Başûrê Kurdistanê çêkiriye.
Yusra girtina rojnamevanan a li Behdînan û Hewlêrê neheqî dibîne û li gorî wê, ew rojnamevan dengê civakê ku di bin zext û zoriyê de hatiye hiştin, derdixînin..
Endama Desteya Mafên Mirov a Parlementa Iraqê destnîşan kir ku ev karê ku rojnamevanan kirine jî yasayî ye.
Lewra girtina çalakvan û rojnamevanan ji aliyê Hikumeta Başûrê Kurdistanê berevajî madeya 36. ya destûra Iraqê ye ku tê de behsa azadiya fikir û ramanê dike.
Endama Desteya Mafên Mirov a Parlementa Iraqê Yusra Receb teqez kir ku ewê hewldanên xwe yên ji doza girtiyên siyasî bidomînin, berfireh bikin û dengê wan bigihînin aliyê pêywendîdar û wiha bi dawî kir:
Min bi xwe ev doz xistiye rojeva desteyê, lê serokê desteyê Erşed Salihî vê desteyê li gorî berjewendiyê xwe yên ferdî bi kar tîne û amade nîne ku ji vê dozê re bibe bersiv.