Li paytexta Awûstûrya Viyanayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate şermezarkirin.
Li ser banga KCDK-E’yê gelek çalakger li ber Meclîsê hatin cem hev û bi berzkirina dirûşmên “Kujer Erdogan” çalakî li dar xistin.
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek ku di çalakiyê de axivî, êrîşên dewleta Tirk weke sûcên şer nirxand û got,
“Ev êrîş herî zêde li dijî gelê sivîl û binesaziya jiyanî tên kirin. Divê em li hemberî van êrîşên ku sûcê şer dikin bêdeng nemînin û divê her kes dest bi çalakiyan bikin.”
Endama Meclîsa Jinan a Avesta Nûrcan Guleryuz bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.
Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û qetilkirina sivîlan li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî. Yilmaz anî ziman ku bombebarana li dijî qadên jiyanê bê exlaqiya herî mezine û got:
“Kurdan biryara xwe dan. Kurd wê li xaka azad jiyana azad biafirînin û Rojhilata Navîn azad bikin.”