Di kampa Mehmûdlî de navendek karantînayê tê avakirin

Tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê jî li herêmê dewam dikin. Îro Rêveberiya Kampa Mehmûdlî ya Tebqayê dest bi amadekirina vekirina navendeke karantînayê li kampê kir.

Li aliyê din jî îro Şaredariya Gel a navçeya Fafînê jî hemû kolanên navçeyê paqij kir.

Hejmara pêketiyên vîrûsa Coronayê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî zêde dibin, li hember vê yekê jî tedbîr zêde dibin.

Di vê derbarê de Rêveberiya Kampa Mehmûdlî ya Tebqayê dest bi amadekirina vekirina navendeke karantînayê li kampê kir.

Hevserokê kampa Mehmûdlî Abdulhadî Ebid derbarê mijarê de axivî û got,

Ji ber perspektîfên rêveberiya Şaneya Aloziyê, me dest bi xebatên vekirina navendeke karantînayê ku ji 4 beşan pêk tê kir.

Em niha text û alavên pêwîst ên navendê amade dikin.

Her wiha me cihek li deriyê têketina kampê ji bo vê navendê veqetandiye da ku dûrî kampê be.

Tê payîn ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi rêya koordînatorê wê yê giştî di kampê de, navendê bi rê ve bibe.

Di kampa Mehmûdlî de zêdeyî 8 hezar kes hene, di nava 2 hezar û 55 konan de bi cih bûne.

Navçeya Fafîn a Şehbayê hat pakkirin

Her wiha ji bo pakkirina bajaran jî Şaredariyên gel bi hemû enerjiya xwe kar û xebatê dikin û xwedî li parastina şêniyan derdikevin.

Şaredariyan li herêm, navçe, bajarok û bajarên mezin heta li kampan jî hemleyên pakkirinê dane destpêkirin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Idrîs Şêxo diyar kir ku pêngavên pakkirnê li navçeyê dewam dikin.

Karkerê paqijiyê yê bi navê Cîhad Mihemed bang li şêniyan kir ku bi karkeran re alîkar bin û ji malên xwe dernekevin

Back to top button