Bi boneya salvegera 36’an a pêngava 15’ê Tebaxê, dayîkên şehîdan li Kobanê serdana goristana şehîdan kirin û bi daxuyaniyekê salvegera pêngavê pîroz kirin.
Bi dehan dayîkên şehîdan yên li Kobanê li goristana Ş. Dicle kom bûn û di derbarê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna dayikên Egîd û Zîlanan ji berî dehan salan dest pê kiriye û îro bi dayikên Rêvanan û Milîtanan dewam dike û wiha dewam kir;
“21 sal in rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye.
Dayikên şehîdan û dayîkên aştiyê ji bo ku tecrîda li ser rêber Apo têk bibin û rêber Apo azad bikin têkoşîna xwe bilind dikin û didomînin.”