Êrîvan û Moskow ji hev dur dikevin

Piştî rewşa li herêma Qerebax a Çiyayî, Êrîvan ji Moskowê dilteng bûye.
Êrîvan a piştevaniya pêwist ji Moskowê negirtiye, vê carê biryarên wê bixe nava zoriyê digre.
Ermenîstan peymana Roma a endamtiya Dadgeha Cezayê Giran a Navnetewî erê kir.
Ev ji bo çi ewqas Rûsya eleqeder dike? ji ber dadgeha navbûrî derbarê Putin de biryara girtinê daye.

Meclisa Ermenîstanê ji bo bibe endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ku der barê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin de biryara girtinê dabû, xist rojeva xwe.

Beşdarbûna Êrîvanê di ICC de mijarek e ku Moskowa ji mêj ve li dijî wê ye.

Di dengdana ku li Parlamentoya Ermenîstanê hat kirin de 60 deng ji bo erêkirina Statuya Romayê hat dayîn, 22 parlamenter jî li dijî derketin.

Berpirsiyarê Ermeniyan ê ji karûbarên edaletê yên navneteweyî berpirsyar Eghiş Kirakosyan di destpêka nîqaşên li Meclîsê de diyar kir ku, li dijî Azerbaycanê tevlîbûna Ermenîstanê ya ji bo Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dê bibe garantiyek mezin ji bo Ermenîstanê.

Ermenîstan dixwaze bibe endamê ICC ku daxwaza girtina Putin dike

Rûsya îhtîmala ku Ermenîstan bibe endama Dadgeha Cezayê ya Navnetewî wek kiryareke “pir dijminane” bi nav dike.

Rûsya di van demên dawîn de di peywendiyên xwe yên bi Ermenîstanê re, ku hevalbendê wê yê kevneşopî ye, di serdemeke aloz re derbas dibe.

Erîvan rexne li Rûsyayê dike ku di mijara Qerebaxê de gav neavêtiye.

Vladimir Putin ji ber biryara girtinê, beşdarî lûtkeya a BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr)’ê ya ku vê dawiyê li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin nebû.

Endamtiya Ermenistanê di ICC de tê wê wateyê ku Putin wê êdî nekare serdana wî welatî bike.

Fransa dixwaze Êrîvanê nêzî xwe bike

Wezîra Karê Derve ya Fransa Catherine Colonna ji bo şopandina piştevaniya bo Ermenîstanê berê xwe da wî welatî.

Colonna di serdana xwe ya îro pêk anî de, piştevaniya xwe ya bo Êrîvanê dubare kir.

Back to top button