Sîsî dixwaze heta sala 2030 bibe serokomarê Misirê

Di 10’ê Kanûnê de li Misirê hilbijartinên serokomariyê wê were idarxistin.
Serokomarê Misirê Sîsî ji bo cara sêyemîn bû namzet.
Sîsî di konferansa neteweyî de namzetiya xwe ragihand û got: “Ez careke din bûn namzet da ku xeyalên dema nû ya serokomariyê temam bikim.”

Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihand ku ew ê ji bo cara sêyemîn di hilbijartinên serokomariyê de bibe namzet.

Hilbijartin wê di meha Kanûnê de bê lidarxistin.

Sîsî ku piştî derbeyê ji sala 2014’an ve serokomare, tê çaverêkirin ku dîsa bibe namzed.

Piştî guhertina destûrê Sîsî dikare heta sala 2030’an li ser erk bimîne.

Li Misirê di 10-12’ê Kanûnê de hilbijartina serokomariyê ya 3 rojan tê lidarxistin.

Eger yek ji namzedan ji sedî 50’ê dengan nestîne wê di navbera 8-10’ê Çile de tûra duyemîn a hilbijartinê were lidarxistin.

Di hefteyên derbas bûyî de alîgirên Sîsî bi kampanyayekî ji wî daxwaz kirin ku careke din bibe namzed.

Sîsî di sala 2013’an de piştî hilweşandina desthilatiya serokê rêxistina Îxwana Muhammed Mursî bû desthilatdar.

Sîsî di hilbijartinên serokomariyê yên salên 2014 û 2018’an da ji sedî 97’ê dengan bi ser xistibû.

Ji bo hilbijartinên dema pêş de Sîsî di konferansa neteweyî ya bi navê “Çîroka Welat” de, namzetiya xwe ragihand û got:

“Min biryar da careke din bibim namzet da ku xeyalên dema nû ya serokomariyê temam bikim.”

Ji bo hilbijartinan çend namzed hene, lê li gorî pisporan şansê ti berbijêr li hember Sîsî nîne.

Desthilatdariya Sîsî, gelek caran ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û hikûmetên rojavayî ve bi îdiaya zexta li ser mixalîfan hat rexnekirin.

Sîsî: Ez ji Misiriyan fedakariyê dixwazim

Misir ku mezintirîn îthalata genim a cîhanê ye, ev demeke dirêj e di nava krîzeke aborî de ye.

Ji ber polîtîkayên heyî û bandora şerê li Ukraynayê, di 18 mehên dawî de pereyê Misirê li hember dolarê ji sedî 50 nirxê xwe winda kiriye.

Sîsî di konferansê de dema plan û projeyên hikumetê parve kir ji welatiyan xwest bi fedakarî tevbigerin.

Sîsî di axaftina xwe de wiha got:

“Misirîno, nebêjin ku hûnê li şûna pêşketina welêt xwarin û vexwarinê tercîh bikin.

Eger berdêla pêşkeftin û dewlemendiya welat birçîbûn û tîbûn be, divê em nexwin û venexwin.”

Back to top button