Li Îtaliya keştiyek koçberan noqî avê bû, 100 kes fetisîn

Li gorî gelek kesan, ji wan werê tenê rêya xelasiya ji van şer û aloziyan ketina ser rêya koçberiyê ye.
Bi çavekî girtî dikevin ser riyan..
Li şûna bendewariya jiyanê dawiyê mirin tenê dibe para wan.
Herî dawî ji Tirkiyeyê keştiyek koçberan ketibû rê ,li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê noqî avê bû..
Zêdeyê 100 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan noqî avê bû..

Di nav de zarok jî zêdeyê 100 kesî fetisîn .

Hat ragihandin ku herî kêm 62 koçber mirine û 12 ji wan zarokin ..

Tê texmîn kirin ku keştî dora 200 kes tê de bûn e..

Roja Yekşemê dema ku dixwest li nêzî Crotone dakeve, perçe bû.

Hat diyarkirin ku keştiya ku çend roj berê ji Tirkiyeyê bi rê ket di hewaya dijwar da li zinaran qelibî.

Di keştiyê de kesên ji Efxanistan, Pakistan, Somalî, Sûriye, Iraq û Îranê hene.

Back to top button