Rêveberiya Xweser: Em bi diyaloga Sûrî-Sûrî û yekîtiya xaka Sûriyê re ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji roja despêkê ya şerê li Sûrî û heta îro ew hertim bi çareseriya siyasî bawer dikin û got:
Îdiayên ku hin rêveberên rejîmê dibêjin wan herêm ji QSD’ê rizgar kirine derewin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, xeta sêyemîn ji xwe re esas girt, da ku bi hemû pêkhate û desthilta sûrî di nava danûstandinê de be.

Ji ber ku xeta sêyemîn bingeha yekîtiya aşîtiya xaka Sûriyê û redkirina êrişên derve diparêze.

Rêveberiyê îdiayên ku ji aliyê hin rêvberên rejîmê ve ku wan herêm ji QSD’ê rizgarkirine redkir û wiha got:

Ew îdîayên ji hin kesên ji rejîma Sûriyê diyar kirine ku hêzên wan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji QSD’ê rizgar kirine, derewin.

Hatina hêzên rejîmê û rûsî jî encama danustandinên domdar yên ji 2012’an ve ye.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de careke din teqezî li ser çareseriya bi rêya dîyalogên Sûrî-Sûrî kir û wiha bi dawî kir:

Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve parastina yekîtiya xaka Sûriyê ji hemû hêzên terorîst ên ku hewldana dagirkirina hebûna Sûriyê dikin, kir.

Her wiha li dijî dewleta Tirk ku hewldana parçekirina Bakurê Sûriyê dike, disekinin û bi vê yekê dixwaze Lîwaa Îskenderon dubare bike.”

Leave a Reply

Back to top button