PAJK: Em ê bi pêşengiya ciwanan şoreşa jinê pêk bînin!

Partiya Azadiya Jin a Kurdistan PAJK’ê şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin.”

Partiya Azadiya Jin a Kurdistan PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Bîşeng û Sara bibîranî.

PAJK’ê diyar kir ku Bîşeng lêgerîna xwe ya azadiyê bi tevgera ciwanên şoreşger destpê kir, bi tevgera Apoyî dewam kir, meşaleya şoreşê her tim li refên pêş hilda û got:

“Bû milîtaneke pêşeng a bijartî. Li dijî asîmîlasyon, dagirkerî û mêtingeriyê bû îradeya azadiyê û soza serketinê ya ciwanên Kurdistanê.

Bi vê baweriyê sînorên mêtingeriyê nas nekir, li her qada Kurdistanê karên şoreşgerî bi kelecan û biryardariyeke mezin meşand.

Bi kûrbûna xwe ya li ser hişmendiya PAJK’ê, bi rêbaza xwe ya jinê ya PAJKbûyî pêşengî ji partiya me re kir.”

“Hesreta hevrê Sara ya gerîla ji bo ciwanên Kurdistanê wasiyet e”

Koordînasyona PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev peyam da:

“Hevrê Sara Hogir Riha ku bi cewhera welatparêziyê ya Rihayê mezin bû.

Armanca xwe ya herî mezin jî di serî de Bakur li hemû çiyayên Kurdistanê weke gerîlayekê şerê azadiyê bike.

Mîna hevrê Bîşeng hesreta wê ya gerîla ji bo ciwanên Kurdistanê wasiyet e.

Soza ciwanan a ji bo bicihanîna soza hevrêyên me yên şehîd ew e ku tevna sîxuriyê ya dijmin ji Kurdistanê bê avêtin, li dijî faşîzmê têkoşîn bê mezinkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê meşandin.

Partiya Azadiya Jin a Kurdistan PAJK’ê herî dawî ev bang li ciwana kir:

“Eşkere ye ku bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin.

Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku li ser bingeha hilanîna tola Bîşeng û Sarayan refên şoreşê xurt bikin.

Her wiha pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re bilind bikin.”

Komîteya Ciwanan a PKK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Back to top button