Perû.. Jimara xwepêşandêrên hatine kuştin derket 18’an

Li Perûyê ji ber pevçûnên heta niha rûdayîn 18 xwepêşandêr hatine kuştin.

Xwepêşandêr tevî paytext Lîma li dehan bajarî bi polîsan re ketine nava pevçûnan.

Di pevçûnan de, bi mirina 9 kesên din re, hejmara kuştiyên çalakiyên li dijî kongre û hikûmetê derket 18’an.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hat dayîn de, hate ragihandin heta niha 426 kes jî birîndar bûne.

Ji van 216 polîs û 210 jî sivîlin.

Bajarên Ayacucho û Apurimac ên ku xwepêşandan lê zêde bûn, bi 13 kuştiyan bajarên herî zêde mirine lê pêk hatiye.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya welat doh ji bo 30 rojan rewşa awerte ragihandibû.

Xwepêşandêr jî daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

Lê ev daxwaz ji aliyê rêveberiya welat ve weke nepêkan hate destnîşankirin.

Back to top button