Heleb-Şaredariya gel bi derfetên kêm karê xwe dewam dikin

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Hikumeta Şamê ve dorpêçkirîne .
Tevî ambargoya giran û karesata erdhejê, Şaredariya Gel a herdû taxan bi derfetên kêm xebatên xwe didomîne.

Ruxmî ambargoya giran, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi destan xebatê didomîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno derbarê mijarê axivî..

Selah Sîno anî ziman ku şaredarî her tim amade ye karê xwe pêk bîne û got:

“Di encama erdheja destpêkê karesatek çêbû, em di xizmetê de bûn.

20ʹê Sibatê erdhejeke din a xurt çêbû, ji ber vê yekî ziyan gihiştin avahiyan ..

Ruxmî derfetên pir kêm Şaredariya Gel xizmetê pêşkêşî welatiyan dike ..”

Sîno destnîşan kir ku pêwîstiyên şaredariyê bi gelak alavan hene ku karibin welatiyan ji xetereyên muhtemel xilas bikin.

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye nahêle tiştek derbasî taxan bibin..

Şaredariya Gel bi destan û alavên kevin avahiyên li ber hilweşînê dirûwîne.

Selah Sîno bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoyê rake..”

Back to top button