Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di navbera komên çete de şer derket, hejmarek çete hatin kuştin û sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa ANHA’ê, li bajarê Serêkaniyê ya dagirkerî di navbra çeteyên “Şuheda Bedir” û “El-Miwalî” de şer derket û di encamê de ji her du aliyan kuştî çê bûn.
Şer heta gundê Diwêra yê rojavayê bajar fireh bû, di encamê de hejmarek sivîl di nav de jinek û zarokek birîndar bûn.