HPG: 6 Dagirkerên Tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Dagirkeran jî Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombardûman kirin.
Her wiha HPG’ê nasnameya 4 hevreyên xwe yên li Metînayê şehid bûne jî eşkere kir.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla li dijî arteşa Tirk parve kir.

Li gorî vê:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21’ê Mijdarê li Çemçoyê Hêzên me bi çekên ferdî û giran li dagirkeran xistin.

Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man xwe bi astekê vekişînin.

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

21’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên gerîla yên gerok li dagirkeran xistin.

Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê, tîmên me yên bi tevger li helîkpoterên Skorsky ku dixwestin leşkeran deynin xistin û ew neçar kirin ku xwe ji qadê dur bixin.”

Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker li qadên parastinê jî HPG’ê ev agahî dan:

HPG: Arteşa Tirk 15 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş kir

8 caran bi bombeyên qedexekirî,

7 caran bi çekên kîmyewî,

4 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên gerîla hatin bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda, nasnameya 4 gerîlayên ku li Metînayê şehîd bûne jî eşkere kir.

HPG nasnameya 4 Gerîlayên li Metîna şehid bûne eşkere kir

HPG’ê got:

“Berxwedana dîrokî ya li Metînayê ku fermandara me ya pêşeng Sema Eylul û hevrêyên me Arjîn, Lîlav û Avaşîn pêşengî jê re kirin, planên dijmin ên li ser herêma Metînayê têk bir.

Li dijî êrîşên dijmin hevrêyên me di her kêliyê de li ber xwe dan û şehîd bûn.

Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me dewrî me kirin, bi rengekî ku hêjayî berxwedana wan be bigihînin serketinê.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên Şehid wiha ne:

Nasnav: Sema Eylul

Nav paşnav: Fatma Marangoz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik: Ayşe

Bav: Xidir

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2022 / Metîna

Nasnav: Arjîn Cûdî

Nav paşnav: Zeynep Dal

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik: Sureyya

Bav:Bedrî

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2022 / Metîna

Nasnav: Lîlav Jînda

Nav paşnav: Lîloz Ozkan

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik: Cîhan

Bav: Amed

Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2022 / Metîna

Nasnav: Avaşîn Zagros

Nav paşnav: Medrîka Besravî

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik: Salîha

Bav: Abdulkadîr

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2022 / Metîna

Back to top button