Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên Sûrî li Terablusê hatin hedefgirtin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter e, nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên Sûrî li Terablusê kirin hedef.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê diyar kir ku wan li baregeha Mîtîqiya ya Terablusê, odeya operasyonên hevbeş a leşkerên Tirk û çeteyên Sûrî û çekdarên Hikûmeta Wîfaqê kir hedef.

Artêşa Niştimanî piştrast kir ku êrîşa wan piştî girtina agahiyên teqez ku komên çekdar amadekariyên êrîşeke terorîst li dijî sivîlên li Terablusê dikin, pêk hat.

Artêşa Niştimanî teqez kir ku di êrîşê de obusên çeteyan, çek û balafirên bêmirov ku amadekariyên êrîşê dikiran, hatin teqandin.

Tevî ragihandina agirbesta li Lîbyayê, dem bi dem şer li piraniya eniyên başûrê Terablusa paytext pêk tên.

Beriya niha jî, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê teqez kiribû ku wê têkoşîna xwe heta rizgarkirina tevahiya xaka Lîbyayê bidomîne û dagirkeriya Tirk li welêt bi dawî bike.

Back to top button