Li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan di çend operasyonên cûda de, li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Li dijî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê û şaneyan wan, hêzên Iraqê operasyonên xwe didomînin.

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên cûda de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Di dewamê de hate gotin ku piraniya çeteyan tevlî şerê dijî hêzên ewlekariyê bûne.

Hate diyarkirin ku operasyon bi alîkariya agahiyên ji welatiyan hatine wergirtin pêkhatiye.

Saziya Îstîxbaratê di dawiyê de destnîşan kir ku çeteyên ku hatin girtin, radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.

Saziya dijî teror ya Iraqê: 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Back to top button