Saziya dijî teror ya Iraqê: 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Saziya Dijî Teror ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarokê Dibist yê Kerkûkê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê liv û tevgere çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.

Li hemberî vê yekê, hêzên ewlehiyê yên herêmê jî operasyonên li dijî çeteyan didomîne.

Saziya Dijî Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyeke ragihand ku li bajarokê Dibis ya ser bi Kerkûkê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek lidarxistine.

Saziyê da zanîn operasyon duh bi şev bi alîkariya hêzên parastina asîmanî pêkhatiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin k, di encama şerê li dijî çeteyan de 5 DAIŞ’î hatine kuştin.

Back to top button