35 girtîyên siyasî ji Şirnexê şandin girtîgehên din

Beriya niha li girtigeha Şirnexê gerdiyanan êşkence li girtiyên siyasî kiribûn û kesekî ji jiber êşkence giran birîndar bibû.
Hate ragihandin ku piştî bûyera êşkencê nêzî 35 girtiyên siyasî ku li Girtîgeh Şirnexê diman sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.

Di 23’ê Cotmehê de ji ber girtî li Girtîgeha Şirnexê, li dijî hejmartina ser piya û pêlêkirina gardiyanan a cihê nimêjê derketibûn, rastî êrişa gardiyanan hatibûn.

Di encama êrişê de bi dehan girtî ji dest û serê xwe birîndar bûbûn.

Piştî ev bûyer ji aliyên malbatên girtiyan ve hate eşkerekirin, hat hînbûn ku nêzî 35 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Şirnexê diman, di saetên serê sibê de sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.

Hat diyarkirin ku girtiyên hatine êşkencekirin bêyî ku bibin nexweşxaneyê hatine sewqkirin.

Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirine.

Back to top button