Meclisa Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li navenda xwe patrîk Mor Ignatius pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de patrîk Mor Ignatius da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê bi roleke girîng radibe.
Patrîk Mar Ignatius (serokê Dêra Katolîk a Suryanan) serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kir.
Patrîk ji aliyê hevserokên meclisê Talat Yûnis û Nazîra Gewriya ve tevî hevserokên Desteya Kar û Barên Olî û Baweriyan Sennar Faro û Cûbêr Hito ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Mor Ignatius got:
“Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser bibe sembola nêzîkbûn û hezkirina hemû pêkhate û gelan.”
Her wiha Patrîk piştrast kir ku Rêveberiya Xweser bersiva daxwazên hemû welatî û gelan dide.
Ignatius da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê bi roleke girîng radibe
Herî dawî jî Talat Yûnis diyar kir ku pêkanîna ewlehî û aramiya li Sûriyê yek ji armancên wan ên girîng e.