Çalakiya li Strasbourgê di roja 15. de berdewam dike

Çalakiya ku Înîsiyatîfa ji “Abdullah Ocalan re Azadî” di 1’ê Kanûnê de li Strasbourga Fransayê dest pê kir di roja 15’emîn de berdewam dike.

Çalakiya bi dirûşemya “Wê azadî bi serbikeve, ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê” bi eleqeyek mezin didome.
Komek ji 50 kesî ji bo çalakiyê ji Marsîlyayê gihiştin qadê û wê çalakî bi daxuyaniyekê dewr girtin.
Li ser navê komê Cevat Guneş û Esma Arya axivin.

Cevat Guneş anî ziman ku ligel hemû bertekan jî CPT bêdengiya xwe diparêze û li dijî wê li her cihê çalakî wê belav bibe.
Guneş destnîşan kir ku divê Ewropa û saziyên berpirsyar bi lezgîn şandeyekê bişînin Îmraliyê.

Back to top button