Li bajarê Mîlono yê Îtalyayê di encama şewata li maleke kesên temenmezin lê diman de 6 kes mirin û bêtirî 80 jî birîndar bûn.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê ji ber sedemeke nediyar şevê din agir bi maleke kesên temenmezin lê dimîne ket.
Polîs, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Berdevkê Servîsa Agirkujiyê ya Neteweyî Luca Cari ragihand ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û bêtirî 80 jî birîndar bûne.
Wî got, sedema şewatê tê lêkolînkirin.
Di avahiya agir pêketî de, 167 kes lê diman.
Şaredarê Mîlanoyê Giuseppe Sala li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku şewat di demeke kin de hatiye vemirandin, lê niştecihên mala hemşîreyan ji dûmana gurr bandor bûne.
Dozgeriyê jî piştî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.