Tirkiyê 6 firokeyên Yûnanistanê asteng kirin

Dewleta Tirk gera li petrol û gazê li rojhiltê Deryaya Spî didomîne û ji ber wê jî Yûnanistan dest bi tevgera leşkerî kiriye.
Herî dawî firokeyên Tirkî, 6 firokeyên Yûnanistanê yên ji cûreya F-16 asteng kirin.
YE jî dibêje, eger alozî dewam bike, wê cezayên Aborî li ser Tirkiyê bisepîne.

Tevgera dewleta Tirk û Yûnanistanê li deryay Spî roj bi roj zêdetir dibe û alozî kûrtir dibe..

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand, ku balafirên şer yên deweleta Tirk, rê li pêş 6 balafirên Yûnanistanê girt û ew asteng kirin.

Wezaretê diyar kir ku balafirên Yûnanistanê yên ji cûreya F-16 ji girava Kirît derketin û li herêma ku Tirkiyê dest bi lêgerîna li gaz û petrolê kiriye, hatin astengkirin.

Bi van gavan re, metirsiya rûdan şerekî mezin li Deryaya Spî li ber çavan e…

Macron: Em ê xêzên sor li pêş Tirkiyê deynin

Derbarê aloziya li Deraya ya Spî de jî gelek bertek derdikevin holê..

Di vê çarçoveyê de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh helwestek tund ji ber aloziya li derayayê nîşan da.

Macron got:

“Tirkiyê rêza gotinan nagire, tenê rêza kirinan digire.

Em ê xêzên sor li pêş Tiriyê deyinin.”

YE gefa sepandina cezayan li Tirkiyê dixwe

Piştî daxuyaniyên Macron, berpirsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell jî, hişyarî da Tirkiyê û got:

“Eger aloziya li rojhilatê Deryaya Spî neyê çareserkirin, gengaz e YE cezayên aborî yên berfireh, li ser Tirkiyê bisepîne.”

Borrel destnîşan kir ku YE dixwaze rê li ber diyalogan veke û ew destekê dide herdu welatan da ku bigihêjin lihevkirinekê û alozî veneguhere rûbirûbûneke leşkerî.

Erdogan: Em ê parastina berjewendiyên xwe li her derê bikin

Hemwextî vê yekê, Serokatiya Tirkiyê ragihand ku Erdogan bi rêya telefonê bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re axivî û teqez kir ku Tirkiyê wê berjewendiyên xwe li her derê biparêze.

Tiştê balkêş jî ew e ku Erdogan, ê ku li peravên Yûnanistanê li gaz û petrolê digere, daxwaz ji NATO’yê kir ku li dijî kirinên yekalî yên ku qanûnên navdewletî bin pê dikin, bi berpirsyariya xwe rabe.

Back to top button