HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gêrîla de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine cezakirin.
Her wiha HPG’ê diyar kir ku hêzên PDK’ê li Xakurkê li gel artêşa Tirk a dagirker tevlî operasyoneke li hawirdorê bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di her firsendê de darbên giran li dagirkeran dixin û wiha got:
Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor lidar dixin.
Hêzên me ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên afirîner ên gerîlatiya serdema nû çalakî kirin, 2 dagirker ceza kirin.
Her wiha 2 sîstemên kamera yên mobesse jî hatin îmha kirin.
Gêrîlayan nehiştin ku dagirker bi pêş ve biçin û li qadê bi cih bibin.
Di vî şerî de derb li dagirkeran hate xistin û tevgera wan hate rawestandin.”
HPG: PDK li herêma Xakurkê li gel artêşa Tirk tevlî operasyonê bûye
Di daxuyaniya xwe de HPG’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker di vê êrişê de ne bi tenê ye û got:
Hêzên PDK’ê jî li Xakurkê li gel artêşa Tirk a dagirker tevdigerin û tevlî operasyoneke li hawirdorê bûne.
HPG: Qadên gêrîla 35 caran bi balafiran hate bombekirin
Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî HPG’ê di dawiyê de ev agahî parve kirin:
“22’ê Tîrmehê herêma Zapê û qadên berxwedanê yên Metînayê 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
22 û 23’e Tîrmehê jî Qada Berxwedanê ya li herêma rojavayê Zapê 21 caran bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
Herêma Zapê, Metîna û Xakurkê jî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”