HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Diyar Norşîn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermendar Diyar Norşîn eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku ew ê Kurdistana azad ku xeyala wî ye teqez pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandarekê xwe eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevrê Diyar Norşîn di 20’ê Cotmeha 2021’an li herêma Zapê di êrişa dijmin de şehîd bû û wiha got:

Fermandarê me yê bi rûmet Diyar Norşîn ê ku di kêliyên destpêkê yên êrişa dagirkeriyê de derbên giran li dijmin xist, bû yek ji kedkarên berxwedanê ku îro jî didome.

Hevrêyê me Diyar bi şêwaz û taktîkên xwe yên afirîner yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlatiya serdema nû ye.

Diyar Norşîn bi jiyan, wêrekî û nirxê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet bi layiqî girt.

Di dewamê de HPG’ê soz da ku ew ê Kurdistana azad ku xeyala wî hevreyê wan teqez pêk bînin.

HPG’ê di serî de sersaxî ji malbata hêja ya hevrê Diyar Norşîn, gelê xwe yê welatparêz yê Kurdistanê re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Diyar Norşîn
Nav û paşnav: Feyzî Kaya
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Sarya
Navê Bav: Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê:20 Cotmeh 2021 /Zap

HPG: 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Back to top button